Ali Jiyan - Newroz
wêneyê hunermendî:ê 48 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Ali Jiyan - Newroz

Agir dadabû hesinkar Kawa
Mazlûm bilind kir li nava zindana
Ev cejna meye ji dîroka Med'a
Me serî rakir bi navê Reşan´a

Newroz Aşitî
Newroz biratî
Ji bo gelê Kurd
Sembola Azadî

Xweza xemilî gulan reng vedan
Agirê şoreşê dîsa li her deran
Ji serê çiyan heya bajaran
Azadî bîne bi şoreşgeran

Newroz Aşitî
Newroz biratî
Ji bo gelê Kurd
Sembola Azadî

Meha adarê dema biharê
Bigrin govendê werin dîlanê
Bila bigere govenda jînê
Agirê Newrozê azadî tînê

Gotin : Wezîr Demir
Muzîk: Ali Geçimli
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?