Aram Tîgran - Gundê Me Pir Biçûk e
Gotinên Stranan
Aram Tîgran - Gundê Me Pir Biçûk e
Gundê me pir biçûk eZivistan serma û pûk e
Şev dirêj in roj kin in
Kêf kêfa zava û bûk e
Bihar bihar zû were
Bila baran bibare
Avê golan xweş rabin
Dilê şivanan şa bin
Pey biharê havîn e
Dilê xortan bicî ne
Di dawiyê şûxla palan
Bêrê cotkaran li malan
Piştî payîz havîn e
Evîndaran li hev tîne
Bihar de were zû ke
Benda te zava û bûk e
Gundê me gundek xweş e
Mêvan hatin bimeş e
Bijimirên sîh û şeş e
Kêfa me îro xweş e
Gotin: Cegerxwîn
Awaz: Aram Dîkran
Şîrove
Muammer
27-03-2023 08:24:56
Slav u rez ez jive strane pir hezdikim ez dixwazim kunwun bavejin interte hurmetdikim