Aram Tîgran - Porê Te Yê Reş
wêneyê hunermendî:ê 177 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Aram Tîgran - Porê Te Yê Reş

Bi carek te ji bîr bikim
Bawer neke tu yarê
Ew sozên te bi min dan
Tê destpêka biharê

Ew porê te yî reş
Nayên jimarê
Her dikim qîrîn
Gazî û hawarê
Were em herin
Mûş û Hekarê

Lê tu çi dibêjî yarê
Bêser kê dil dizarê
Lê rastî ez nizanim
Bextê rêka di darê

Boy şa bibim ez carek
Nabînim ji te çarê
Her ez tim Dilbirîn im
Hêsir xweş têne xwarê

Helbesta ez dibêjim
Sibê nîvro êvarê
Ez her tim dikim hêvî
Ax...

Gotin: Dilbirîn
Muzîk: Aram Dîkran
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?