Avesta - Kirasê Sor
Gotinên Stranan
Avesta - Kirasê Sor
Ji bo xwedê tu li xwe neke kirasê xwe yî sorJi ber derîkêmer lê lê nere jêr û jor
Li ser dilê min vênexe agirekî sor
Derd û kulên vê dinyayê li min têne zor
Ji sibe heta êvarê li benda wê me
Ez dixwazim te bibînim hesreta wê me
Xelq û alem tev dizanin ji bo te mirîme
Birîna mi'b şev û rojê ji bo te bi girî me
Roj di min gerîya yarê nizanim çi dibêjim
Fîstanê te'y sor dibînim serxweş û gêjim
Bûme wek şalûl û bilbil ser te dibêjim
Hêsrê çavên min tev xwîn tê ji bo te dirêjin
Ji ber derîkên mere lê lê çû ser kanîyê
Fîstanê sor li bejnê ye weke horîyê.
Min go delala li ber dila tu yara kê ye
Go hevde pismamê'm hene û da girîye
Ji bo xwedê... (Dîsgotin)
Gotin û Muzîk: Şemseddîn Ertaş
Şîrove
Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?
Gotinên din ên Stranbêjê/î