Cemîl Horo - Memo û Zînê Hevdîtin
wêneyê hunermendî:ê 734 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Cemîl Horo - Memo û Zînê Hevdîtin

Min got nema dilî min li yan e, dilî min li yan e
Nema dilî min li yan e, li yan e
Kekê dilî min li yan e, li yan e

Xwedê dinê mala her sê qîzikê pêriyan e
Li xwe kirin baskê kewa, firiyan hilkişiyan qatê ezmênî heftane
Şevan, li meqamê nîvê şevê xwe berdan ser bajarê Cizîra Botane
Ketin devê qesra rengîn, birca belek, warê hûtane
Dû meqamê dîlbera reben, Zîna Zêdane
De wêl wêl, haho wêl

Kekê, serî min bi qurbano
Bal û zêna xwe danê, dîlbera rebenê ketê xewa şevane
Ber sêri û linga dibê fire firê mûman û şemedanane
Sivik ayetek xwandin, pifkirin ser ciyê dîlbera reben, Zîna Zêdane
Zîn kirin wexma miriyan(e)
Rakirin teve têxt û cih û livîn û mûm û şemadana avêt tabûta şahê pêriyne
Bi(rin) derxistin ji bajarê Cizîrê firiyan hilkişîn qatê ezmênî heftane
Anîn li bajarê Mixribê li qesra rengîn li birca belek
li dayira giran li kêleka Memê kirin misafir û mêvane
Wêl wêl, timo tim wêl wêl.

Min go kekê, serî min bi qurbano
Bal û zêna xwe dan husn û cemala herdiyane (her du yan)
Sivik ayetek xwendin, pifkirin ser ciyê mîrê meşxûl, Memê Alane
Memê çavêt xwe vekirin ji xewa şevane
Bal û zêna xwe dayê,
textekî zêrîn, bi sê niçika û çar linga li kêlekê bûye misafir û mêvane
Li ser xew kirî êksikek xelkê, eyalek jinane
Rabû û rûnişt li ser cih û livîna, kete fikir li şûn tikî girane
Go eceb mim dî xewnek xwe yê şevane
Bi min dikenê lenetula kur Şeytane
Xwand "Qulhuallahu Qhad" ayetê "Kursî" serî dîna ser cotê balgiyane
Li ser çavan re kişand mitêl û orxane
Ji wextekê li şûnda dîsa serê xwe derxist bal û zêna xwe dayê
Dibê fire firê mûman û şemedanane
Peyabû ji ser textê zêrîn bi sê niçkan û çar lingane
Hat sekinî li ber serê dilbera reben, Zîna Zêdane
Orxan dîna ser çiftê memka, zar dîna ser gurmikê piyane
Nîqab avêt hafê çiftê birîyane
Bal û zêna xew dayê, eniya kol û gewr madenê zêran e
Ez bi qurbano teqlê çavê reş û belek li qelem,
ji kila sibhanê kil dane.
Pozî têrînê xizêmek ji zêrê yatbaxê ji zincîr berdae ser xelekê lêvane
Biskê birewa belabûye bi ser henarê rûya, di pela herîrê kurman e
Qefer û merhebê guliyê mor ji dîmê şogir da heta topikê linga xwe bel dane
De wêl wêl, haho wêl wêl
Hayê felek neyar e, de wêl wêl

Min go kekê, serî min bi qurbano
Memê xwest ji dîlbera reben bibê *(zok ramûsane)
Got: belkî cerba mi bi der dixê diya û pîr û bav û kal
û her dû komkomê dapane
Ji ni(nû) va vegerî ser textê zêrîn bi sê niçkan û çar linga ne
Kekê serî min bi qurbano pirû(î) poşmane kete fikir li şûn tikî girane
Ay de wêl wêl, wêl wêl
Ay de wêl, ji sultanê Kurdan ra tim û tim wêl.

Min go kekê, serî min bi qurbano
Xwedê dinê mala her sê qîzikê pêriyan e
Bal û zêna xwe dane, dîlbera reben Zîna Zêdan
çava ranakê ji xewa şevane
Ketî wexma mirîyan e, sivik ayetek xwendin
pifkir ser dîlbera reben Zîna Zêdane
Zînê çavê xwe vekirin ji xewa şevane
Bal û zênê xwe dayê, camêrekî li kêlekê bûye misafir û mîvane
Rûniştî li ser textekî zêrîn bi sê niçka û çar lingane
Li ber devê taqan û penceran
hêlkun û fîrqata bayê xerbî li mera behra Himyane
Li ber sêrî û linga dibê fire firê mûman û şemedanane
De wêl wêl, haho wêl wêl

Erê serî min bi qurbano
Zînê go lo lo, lo lo
Keko dilî min li yan e
Serî min bi qurbano balê û zênê xwe didimê
Taxmê te ne taximê çolik û çobana, taximê beg û wezîr û paşan e
Ji sibê de heta bi êvarê rabûn û rûniştinê te ser çîçek û golê xaliyane
Ti hatî îro li heramiya êksika,
li warê hûta li Zînê, li xwaka xwe bûyi misafir û mêvane
Ê lo keko, serê min bi qurbano
Oda mîr Ezdîna li derê ware
Ji mêrî qehremanî wekî te ra eybek mezin e
Ti padişah bê lê werî, li êksika bibî mêvane
Erê go keko, serî min bi qurbano
Xêrnexwazê bajarê Cizîrê pir in,
tirsa min e herin xeberê bidin Hesen, Çeko û Tacdîn
her sê çêlîkê şêran e
Xwedanê kela polêt, qesir û qonaxa Celaliyane
Ê werin, serî min bi qurbano
Laşî te hûr kin bavên nêvî sûkan û çarşiyane
Va ji navî min ra pir eybek, qisûreke girane
Li navberê xelkê di çol û dumê vê dîlbera reben
Ekîd û camêra dawet dikê, masa qurmî dikê lêla heramiyê vê ra dikevê kêf û *zewqane
Ay de wêl wêl, wêl wêl

Erê min go kekê serî min bi qurbano
A go ez pê zanim ji berê paşê de, tebîeta wewîl û xortane
Hûn ji êvara xwedê de dadikevin devê kerxana û meyxanane
Ka binê li ku derê te ureqi vexwarî, bi ku lawo *(vêîzane)
Te şaş kirî rêwiyo laqê malane,
ti hatî li xwahînga bûyî misafir û mîvane
Eger te şaşkirî rêwiyo, la ezê peyakî dijê te kim
bila te teslîmkê li dê û bavane
Oy de wêl wêl, wêl wêl.

Erê serî min bi qurbano
Memê go ûçê dilî min li yan e
Bi min re dibên çelengliyê meşxul, Memê Alane
Xwarziyê Imer Begê xwedanê kela Mûş û şêxê Qureyşiyane
Coqê har û dîn bawaw û tawiyane
Birazê Imer Begê û Almas Begê
*Sûxekar û Semselaleta Kurdan e
Salê min ji çarda pê dikê panzdane
Min xitim kirî Tewrat û Incîl û Zebûr û Qorane
Ji te ra eybek û qusûrek mezin e,
tu li min dixînî şoran û durumane
De wêl wêl, timo tim wêl wêl.
Wê lê, wê lê hayê de wêl wêl, wêl wêl.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?

Gotinên din ên Stranbêjê/î