Dengbêj Marûf - Mîr Beg
wêneyê hunermendî:ê 174 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Dengbêj Marûf - Mîr Beg

Lo lo Mîro bejina bavê Mîrbegê min zirave pepuk ezim ji taka rihana li dev beyara hey were hey were
Mîro ne mij’ tera digo neke bi gura alaybegê sozê Şêxê wara.
Pepûk ezim berê bavê Mîrbegê min dan bajarê Stembola şewitî dûrê dera be
Destê min nagê jî Mîrbegê min derbaskirin ji sindaqê bîstûçar duwale ecnebî li nav neyara hoy were hoy were
Eman were eman were
Mîro ne mi ji tera digo bi gora min bike
Ne ji berê da Rom xayîn e me dixapîne
Ax ez dimirim dimrim lo wez nemînim
Ez ditirsim bimirim lê bavê Mîrbegê xwe nebînim.

Lo lo Mîro bejna bavê Mîrbegê min zirav e pepûk ezim ji tak rihana
Ro bi ro ye iro li kêleka milê bavê Mîrbegê min dihatî dengê borîna delu Qasoye, hoy were ê hey hey hey were hey were.
Eman were eman were mîro min ji tera digo tu bi gura min bike neçe lezke ha lezke were. ax ez dimirim ez dimirim Ax ez dimirim lo wez nemînim ez ditirsim dawîya dûnyayê mirine hewî ez bavê Mîrbegê xwe nemînin Lo lo Mîro vê sibê walîyê Mûşê mistesarê Bilîsê rûniştin bi hevra şêwirkirin bi xayînî şandin pey bavê Xelîlê min ji mal siwarkirin di nava qîz û bukên Xûytira derbas kirin. Mîro nê mi ji tere digo xema neke xem xirave çiqas qeyd û zincîr Sultan Ebdulhemîd Paşa hebûn mi bihistîye pepuk ezim gişt ji bo xatirê mala me çêkirin hazirkirin hey were hey were
Eman were eman were
Mîro ne mi ji tera digo bi gora mi bike Rom xayîne me dixapîne Ax ez dimirim lo wez nemînim ez ditirsim bimirim dawiya dinyayê mirine bavê Mîrbegê xwe nebînim.

Gotin û Muzîk: Gelerî
Herêm: Serhed
Çavkanî:Dengbêj Şakiro

Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?