Eyaz Yûsiv - Bes Xwe Giran Ke
wêneyê hunermendî:ê 71 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Eyaz Yûsiv - Bes Xwe Giran Ke

Bes xu giran ke nebade awirê çava
Ne tu tinê ciwan î xudana nava
Zerî li gundî mişe ne xemlê l' derava
Heçiyê giran bit her dem keftîye dava

Tu xu dixemlînî bi lewendî şala Mêrdînê
Cot keziya diberdî reşmar in ser milê zînê
Wa rîyê sorgul delalê heyva evînê
Ber mi re dibûrî şêrînê t' kul dikî birînê

Min nema taqet li gel bêhnê fire kim
Ez mame kerr û gêj nizanim çi kirasî l' ber kim
Te'l min hinda kir rêkê ra ez mame bendewar
Min divêt te bibînim da bo te birîna der kim

Heyla lawê min sînd da min b' xwedê nizanim
Hinde delal im li ber dilê te ez ciwan im
Tu bo min bi eşqê dilsot î ez li te giran im
L' min negre lawo bi evînê ez çi nizanim
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?