Harûn - Rev
wêneyê hunermendî:ê 30 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Harûn - Rev

Di zivronekî ku dem dihêre

Asê me li kû me an bi kê re

Rihê min di tarîya erefê de

Her kî tê min vedigire ji xwe re



Yê lîstik danî girt ser û kanî

Kesekî nezanî em li kû ne

Çende direvim her roj wekî hev in

Xemlên tevna me winda bûne



Tîrêjek lawaz ji esmanê me

Dadide li ser hefsarê me

Û dema rastî tazî dibe

Bi carekê pê dikeve



Wer bi bayê revê

Bila tofanek rabibe ji vê revê

Bila ser û bin bibe ev kelha derewê

Ji nîvê wê xwe birêse jîyan ji xwelîyên xwe

Û em ê bi bayê birûsk herikin rê



Zivirî bi caran şolî bû bîra te

Lerizî garan tarî bû rîya te

Yê lîstik danî girt ser û kanî

Kesekî nezanî eref
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?

Gotinên din ên Stranbêjê/î