Hemê Hecî - Berxê Çavreş
wêneyê hunermendî:ê 214 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Hemê Hecî - Berxê Çavreş

Di riya serxwebûn û azadiyê de gellek keç û xortên me yên ciwan jiyana xwe ji dest berdan. Di berxwedanên zîndanan de agir berdan bedena xwe.Yek ji wan jî xwişka me Sema bû

Rom ketiye geliyê Zîlan
Berxê çavreş kale kale
Birîna dil zar e zar e
Kûr dinalim pir xedar e

Birin birin talan birin
Ax lê bavo talan kirin
Me qet nedît roja şêrîn
Çavên hêsîr, dilê birîn

Îro d'hêla me de şîn e
Ax azadî çi şêrîn e
Şehîd kirin xortên ciwan
Dilê me bi kul û birîn e
Şehîd kirin xwişka Sema
Dilê me bi kul û birîn e
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?