Hemê Hecî - Strana Keremê Elî
wêneyê hunermendî:ê 112 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Hemê Hecî - Strana Keremê Elî

De lo jarê ........
Digo Dîdo de dayê halê dilê minê bi kulê bi kederê bi mereq ra
Îşev ji êvara Xwedê da li halê dilê min mêzeke.....
Mîn dî Keremê Elî kekê Fadîmê li ber pencera mahpûsxana Ercîşa kavil sekinî , ji kêfa dilê xwe ra simbêlê sorê narincî hine dikir .

De apê ............
Di ber ra derbas dibû digo ; Keremo lo lawo , ma derd û kulê dinyayê hindikbûn , ev çi derman bû te yê li ser dar û simbila xwe kir.

Digo ; apo mala te xirab be ,birîna min kûr û xedar e , derba bêxweya filîntê ye.
Kelekela germa Heyder Begê aşê keşîş kaniya binya mala lêxist bê faydekir.
Min dît Dewrêş Begê ,Şewketê Alî Îdrisê Cewher Efendî nava çarşiya Ercîşê da meşmeş dikir.
Li ber qişlê qawîşê eskeriyê sekinîn ji xwe ra şêvr û mişevrê kir.
Nav di cenderma da derxistin digo ; hûn ê derbekê dest bedenê Keremê Elî kekê Fadîmê bavê Silhê .....

Emê hîngav bizanibin me heyfeke ji Geliyê Zîlan ji çiqa hemûya peda vekin

Ê birîndaro .........
Weyla birînkûro , xayîn bi reben be ,
bê heywax heylo li minê ........

Bê na jarê .............
Digo Dîdo de dayê halê dilê min ê bi kulê bi kederê bi mereq ra
Îşev ji êvara Xwedê da li halê dilê min
digiriya ......
Ezê rabim xwe bidime mapûsxana Ercîşa kavil nava qandar û katilan û girtiya
Minê pirs dikir pirsa Keremê Elê kekê Fadîmê bavê Silhê qeytanê ,
qeytanê dorê dişewqiya.

Min dî xudanekî xêra rabû li ser darê pîya ...
Digo ; xwenga minê xwe berde hewşa Îdrisê Cewher efendî nava cinazan û kuştiya.
Minê xwe berdabû hewşa Îdresê Cewher efendî nava cînyazan û kuştiya.

Minê bi destê birîndarê mala bavê xwe girt ,kedera dilê xwe yê kul ra , bejna zirav rakiriye ser darê piya ........
Min rebenê bala dilê xwe dayê ,
niqutkek xwîna sore -geveze di çatmê biriyada diniqutî li ser sûretê sorî -sosinî , na wele simbêla sorî -narincî , na wele hinarê di rûya
Min rebenê bala dilê xwe dayê , birîndarê mala bavê min pirr û pirr gellekin birîndarê nava ciya

Ezê rabim melhemekî çêkim bi kîloya , bi qirama , bi derhema , bi kevçiya
Ezê li ber serê birîndarê mala bavê xwe rûnêm
Kedera dilê xwe yê ji kul ra
Îşev ji êvara Xwedê da xwe ra bikime gazinceya

Bê heçî kesê navê bisilman be
Dîn û îman ji bonê hebe , heya dunya xweş ava be , bîr nake kesîreta Geliyê Zîlan zar û zêrçê serê wan sungiyan.

Ê
Birîndaro ........... heywax ......
Weyla birîn kûro , xayîn bi rebenbe
be heywax .. heylo wax li minê .......
-
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?