Hesen Şerîf - Diçim
wêneyê hunermendî:ê 172 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Hesen Şerîf - Diçim

Diçim ji vê derê
Hinek ji keziyê te
Hinek ji xweziyê te
Hinek ji dûriya xwe
Û hinek ji giriyê te bi xwe re dibim û diçim

Belkî ezê carek din dengê te nebihîzim
Wê helbestek me jî tune be
Wê xeyalek me jî tune be
Ne serê min li ser kaba te
Û ne destê te li nav pora min
Ezê hinek nerînê te bi xwe re bibim û biçim

Dibe ku carekê bêm bîra te
Li ser kevirekî rûnê
Dora xwe xêz bike
Gulîkê xwe bihûne
Lêva xwe gez bike
Û negrî quban
Ku vegera min tune be jî ezê biçim

Ezê carekê destê te
Carekê hestê te
Carekê riya te
Û her carê siya xwe, maç bikim û biçim
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?

Gotinên din ên Stranbêjê/î