Homer Dizeyî - Qij Kalî Lêw Alî
wêneyê hunermendî:ê 62 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Homer Dizeyî - Qij Kalî Lêw Alî

Qij kalî lêw alî, pirşingî nîga kal
Ey kiçe cwanekey, sergona nextêk al

Ey kiçe mangekey, bedengî çipe dû
Gendemûy demû çaw meçek helnegirtû

Ey endam wirdîley nermoley êsik sûk
Ey bergî sakarit dilgîrtir le hî bûk

Raste min rêbwarim ser pêyî erwanim
Belam wa ciwanî to karî kird le giyanim

Elêy nek her êsta 'ûmrêkî dirêje
Bew dest û pencane birînim sarêje

Kaniyekî rûnî ber trîfey mangeşew
Le binyîa bilerzê mirwarî zîx û çew

Ciwantire lelay min, le deriyay bê sinûr
Şepolî bate ber tîşkî roj, şilp û hûr

Qij kalî pêst alî, pirşingî nîga kal
Ey kiçe cwanekey, sergona nextêk al
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?