Îsmet Awaz - Dûr im
wêneyê hunermendî:ê 24 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Îsmet Awaz - Dûr im

Ti tam nemaye li van dera
Li mirovatiyê rabûye xela
Dixwazim biçime ji vê dinyê
Lê di dost li serê min bûne bela

Dûr im ji her derî dûr im
Bi ser kela dilê xwe da difûrim
Destê min ketiye ser çokê min
Weka birîndarê rim û şûr im

Welat ji bûy te ez dimirim
Ma ez ê sebra xwe bi kê bînim
Her dem li te şîn û şahî
Çi bikim dûr im ez nabînim

Dûr im ji her derî... (Dîsgotin)

Sofre parve kir bi dostanî
Nan û xwêya min ji dil û canî
Hin kes nanêm korî kirin
Hin dibên camêr bû nûranî

Dûr im ji her derî... (Dîsgotin)

Gotin û Muzîk: Îsmet Awaz
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?