Jan Axîn - Meşîn
wêneyê hunermendî:ê 90 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Jan Axîn - Meşîn

Tu aciz bibî ji sî û staran
Biterikîne dilînên hejar
Biqetîne hêlekanên nava xwe,
Negirî
Hêsirên xwe bike diyarî
û bikeve riyên bêdawî

Li bendî te ne
Çîrokên nîvcomayî
Li bendî te ne
Deşt û çiyayên xalî

Tu bixeyîdî ji derewên bê wext
Evîna xwe bi baranê bişo
û li ber dilê xwe veşêre,
Negirî
Xewariya xwe bike diyarî
û bikeve rê bibe azadî

Helbest: Mem Bawer
Muzîk: Jan Axîn
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?