Kadir Çat - Xelîlo
Gotinên Stranan
Kadir Çat - Xelîlo
Doh ezman bi te re dikeniyanÎro di nav destan wenda bû yî
Wêneyek bi navê Xelîlê çiyan
Bi rukenî di nav dil de yî
Ax Xelîlo ax delalo
Sal derbaz bûn Lo bar girano
Çavên dayikan li dû te ma wo
Çavên xezalan li dû te ma wo
Di nav şer û di nav xwînê de
Kulîlk ve dibin di nav berfê de
Tu bû yî sozek di nav dilan de
Dil bêçare li dû te diricife
Li dû te sterk ji ezmên weşiyan
Ewrên reş û brusk teqiyan
Xwîna sor di nav dilê me de
Bi çûyina te dar û ax giriyan
Gotin: Kadir Çat
Muzîk: Barış Arun
Şîrove