Koma Amed - Çar Mal
wêneyê hunermendî:ê 226 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Koma Amed - Çar Mal

Her çar malê newalê
Tajî berda xezalê
Xezala rû bi xalê
Yar çêtir e ji hevalê

Ha wer bî wer bî wer bî
Destmala çar goşe bî
Goşe ji goşa zêde bî
Pî hevala seyra te bî

Her çar malê keloşkê
Tajî berda kergûşkê
Kergûşka por kurîşkê
Yar çêtir e ji dê xwişkê

Ha wer bî wer bî wer bî
Destmala çar goşe bî
Goşe ji goşa zêde bî
Pî hevala seyra te bî

Her çar malê wî banî
Her çar çol bi yê li wî banî
Keç dikutin wî danî
Yar çêtir e ji vî canî

Ha wer bî wer bî wer bî
Destmala çar goşe bî
Goşe ji goşa zêde bî
Pî hevala seyra te bî
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?

Gotinên din ên Stranbêjê/î