Koma Hîvron - Hebhinarkê
wêneyê hunermendî:ê 153 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Koma Hîvron - Hebhinarkê

ji wê şeva bişewbê
bêna firikên şewitî tê ji çolê
çend xarêm wenda bûn li newala waweylê

ji wê şeva bişewbê
bêna firikên şewitî tê ji çolê
çend xarêm wenda bûn li newala waweylê
destmêja te û janê ji hevdu naşikê
hebhinarkê !...
min ji te re gotibû nexeyide ji wê çîrokê
wê gewriya te dil bide kêrê
li kerbelayê
belê delalê
li çaraliyê çefiya min
diçirûse şûna şûrê şilfîtazî yê iskenderê mezin
kulora şahmeran e egala li serê min
ev kitana çenda ye ku te li xwe şikandiye
hebhinarka min..

li çaraliyê çefiya min
diçirûse şûna şûrê şilfîtazî yê iskenderê mezin
kulora şahmeran e egala li serê min
ev kitana çenda ye ku te li xwe şikandiye
hebhinarka min..

ne sûcê te ye
ew mîratên kewan li me nehatin
li çiyayê şengalê, komek xenzîr
teyrê tawiz ji xwe re biraştiye
perîkên wî digerîn li dewsê
tu hogirî van perîkan bûyî hebhinarka delal
bi cizbê ketin hêsirên te yên firyalî
li ser goleke mêşinî
ji bo ku ez bi serê xwe dakim,
ez ê dojeh bi dojeh li xweliya hestiyên te bigerim,
hebhinarkê; teşiya bê,
destara berfê, berîvana baranê..

ne sûcê te ye
ew mîratên kewan li me nehatin
li çiyayê şengalê, komek xenzîr
teyrê tawiz ji xwe re biraştiye
perîkên wî digerîn li dewsê
tu hogirî van perîkan e hebhinarka min delal..
teşiya bê,
destara berfê, berîvana baranê..
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?