Koma Sê Bira - Gerîla Me Ez
wêneyê hunermendî:ê 310 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Koma Sê Bira - Gerîla Me Ez

Ez dil feratim, axa welatim
Herdem xebatim, gerîla me ez
Navê min ser cûdî, dengê min ser zagros
Rengê mîn ser gebar, gerîla me ez

Dilê dayikan dengê ciwanan de
Li hemû cihan, gerîla me ez
Car ez bûme viyan
Car caran amara
Bûme agirê jiyan, dayê zîlanim ez

Helbest:
Ez ketim dilê dayikan û hatim ser çol û çîya
Di geverê da bûm iqbal
Di solexan da bûm xelîl û turan
Di dersimê da bûm sema û zîlan
Di koşkîriye da hatim kuştin gelek caran
Di roboskiyê da laşê mîn parçe parçe kirin
Bombe barandîn ser min
Ji ber ku kurdim ez
Dayê gerîla me ez
Dayê dayê va ez hatim
Gerîla me ez

Ez dil feratim, axa welatim
Herdem xebatim, gerîla me ez
Ez agir û petim bî xeml û xelatim
Dayê vay ez hatim, gerîla me ez
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?

Gotinên din ên Stranbêjê/î