Koma Sorxwîn - Dengê Qilêşa Tê Ji Kurdistanê
wêneyê hunermendî:ê 117 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Koma Sorxwîn - Dengê Qilêşa Tê Ji Kurdistanê

Bi xwînê sor bû kefiya Xîlanê
Rabû êdî meşiya dîlan ê
Bi xemil û rewşa Zekiya Alkanê
Dengê qilêşa tê ji Kurdistanê

Bîstanek sor bû ji rengê xwîn ê
Xwîn jî keliya bû ji devê birîn ê
Ew ji qêrîn a Besê û Zînê
Wan cot kişandin berdan e jîn ê

Keçên me kurdan kezî hejandin
Wek hespên cengan zevî bezandin
Gund û bajar bombe teqandin
Xayin ê mezin li erdê hilandin

Nûrhaq û Nemrûd heya Sîpanê
Bakur û başûr şa bûn li Dîlanê
Dengê qilêşa tê ji Kurdistanê
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?

Gotinên din ên Stranbêjê/î