Mehmet Atli - Name
Gotinên Stranan
Mehmet Atli - Name
Êvar eBaran hûr hûr dibare
Tenê me
Na ne tenê me
Hemû Moskow li gel min gav di avêje
Tenêti karxezalek bû
Nêçirvanekî hat
Nîşan lê girt
Gavên min nagihêjinê
Êvar e
Baran hûr hûr dibare
Tenê me
Na ne tenê me
Diçim
Cada tije xwe bi piye min girê dide
Di berîkê min de nameyek
Li zerfekî sor de
Dile minê duwemîn e
Lê dide?
Helbest: Abdullah Pêşew
Şîrove