Memoyê Silo - Hey Lê Waye
wêneyê hunermendî:ê 59 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Memoyê Silo - Hey Lê Waye

Dê hay la lê wayê, keko şerekê me daketiye Goma Şemê Dodikê,
Mertal gêrand, mertal digerandin, xwedanê xwîna bozbeleka dijmina,
Vê sibê dajotin pêşiya melekiya, dajotin dideqandin.
Keko efado, gulekê berî bedena mamî Ozmên kekê Xezebê, siyarê sorbazê
dane,
Hey lo bavo divê çima sala îsal ûrt û ocaxê Mala Şêngo darekê ra diqelandin.
Bê bimirim keko, nemînim ji beyê ra,
Hey lo bavo divê bimirim, nemînim ji beyê ra,
Hemîdî zava ra, Rizgan siyarê lo sorbozê ra,
Ax de divê wezê koza Bişêriyê çavê xwe digerînim nagerînim kesekî serê
meydanê nemaye lo ji heyfa ra.
Bê hey la lê wayê, hey la lê wayê, hey la lê wayê, hey la lê wayê,
Ax bê keko şerekê me daketiye Goma Şemê Dodikê, van zozana, van zozana,
A de divê de tu rabe erafê meydanê temaşe ke,
Bê şerê bokê van berana, lo van berana oy.
Bê hey la lê wayê, hey la lê wayê, hey la lê wayê, hey la lê wayê,
Herê divê gulekê berî bedena mamî Ozmên dane,
Ez ê rabim tertî vekim derd û dermanê donê zeytê, dûvê helinga,
Na wele bavo divê wez ê kewê bidimê postê van berana oy.
Bê hey la lê wayê, hey la lê wayê, hey la lê wayê, hey la lê wayê,
Hî bê keko bimirim, nemînim ji beyê ra,
Hemîdî zava ra, Rizgan siyarê la sorbozê ra,
Ax de divê wez ê koza Bişêriyê çavê xwe digerînim nagerînim,
Kesekê serê vê meydanê nemaye lo ji heyfa ra.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?