Miço Kendeş - Çûme Cizîrê
wêneyê hunermendî:ê 143 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Miço Kendeş - Çûme Cizîrê

Were xemê , xemûşê
De mi go xatrê mala bavê te dar e
Ji dara jî dar çinar e

Çûme Cizîrê
Çûme Cizîrê lê lê Cizîra Botan
Şahlûl û bilbil li hev bûne cote
Me gotinê evînî ji hevre digota
Xizêm wunda bû lê lê... li cem Mîrê Botan

Çûme Cizîrê lê, Cizîr li wî alî
Keçkên Helebiya werne wî alî
Lê keçkên Estêliya werne vî alî
Lê keçkên Cizîriya werne vî alî
Lê ji kerbê delalê lê lê... ketme vî halî

Çûme Cizîrê lê... Cizîr mezin e
Lê çûme Cizîrê Cizîr mezin e
Wele jê derketin ew birê jina
Çûme ya pêşî lê gelekî kin e
Çûme ya nêvî ne li gorî min e
Ez çûme ya dawî ew yara min e
Bavê wê bimre lê lê... ez nadim hina
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?