Mihemed Arif Cizîrî - Qasimê Meyro
wêneyê hunermendî:ê 1907 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Mihemed Arif Cizîrî - Qasimê Meyro

Ezê diyarî
Kozik û nesebên xweşmêra ketîm
Îro çawa kozik û çeperên xweshmêra Qasimo danîne devê xanîya.
Xanê bila wez nemînim hoê ê.. hoê
Çawa li guhê xwîşka te, xwesh tê dengê gullê Sîstema…..
Ew çawa nalên dikevê navbera xweyê Çapilya
Xanê bila wez nemînim hoê ê.. hoê
Çawa nijdevana a a a…
Derbeka lêdane li Qasimê minê Meyrê ê ê ê …
De kekê Ezo o o…
Peyayê nijdevana, pêşya peyayê beledyê,
bila Xanê wez nemînim hoê ê.. hoê
Ezê çibkim m m..
Şevê dibê heta dangê subê, ê ê..
Çaxê dengê nalên û kalênê Qasimê Meyro yadê li min xweştê
Ezê çibkim m m..
Dengê nalên û kalênê Qasimo li min xweştê
Subê dibê heta dangê êvarî
Wella xewa xwîşka te ya reben nayê
Hay li minê, way li minê li minê li minê, way limin li minê ê ê
Ez rebena xudê Hefsayê
Birîndarê mala babê xwe bitinê.
Çeperê xweşmêra
Danîne li devê van bêdera a a a…
Li guhê min rebena Xudê xweştê dengê gullê Sîstema a a a….
Çawa nalên dikevê navbera xweyê Sêtîr û Helqedara.
Xanê bila wez nemînim hoê ê...hoê
Derbeka çawa a a a…
Nijdevana lêdane Qasimê minê Meyro o o o…
De kekê Ezo o o….peyayê nijdevana
Pêşya peyayê beledyê.
Xanê bila wez nemînim hoê ê..hoê
Emê rabîn…
Cilê kuştiyan û birîndaran li,hevgirêdîn
De biçîn sera mehkema Diyarbekir
sera kurê Muhemed paşa bêjîn
Paşawo ketîne bextê te û Xudê da...
Xanê bila wez nemînim hoê ê...hoê
Derbeka çawa a a…
Nijdevana lêdane Qasimê minê Meyrê ê ê
De kekê Ezo ... peyayê nijdevana
Pêşya peyayê beledyê
Xanê bila wez nemînim hoê ê ...
Wextê çaxê ê ê…
Dengê nalên û kalênê Qasimê Meyro li min xweştê yadê
Subê dibê heta dangê êvarî
Ji,dangê êvarî heta dibê dangê subê
Xewa xwîşka te ya reben nayê
De hay li minê li minê li minê li minê ê..
way li minê li minê li minê li minê ê ê ê...
Ez pishtî hefsabî mala babê xwe nemînim Qasimo li darê vê dinê ê ê.
Şîrove
logo
Çirûsk 29-05-2024 02:29:18
Strana seiid Axayê Cizîrî kijan e Ez gotinên wê dixwazim

logo
Farûq 23-08-2024 09:47:29
Gotinên kilamê tev li hev xistiye

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?