Mirazê Egît - Xezal
wêneyê hunermendî:ê 28 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Mirazê Egît - Xezal

Werê xezal, xezala çîyayê Darê, çîyayî Darê, çîyayî Darê,
Werdekê werdeka golî sar e, golî sar e, golî sar e wê,
Ez ê par van çaxa nêçîra xortekî çapik î şêrşere bûm,
Çewa îsal ji pira ketime berdestê vî kalemêrî,
Xezalê lê, way delalê lê, wî way lê lê.
Minê xezalekî rakiriye,
Wî gidîno, bavê dememê Rewanê, wî Rewanê, wî Rewanê,
Xezala minê berê xwe daye nav hêşîn e, çiyayê Axbaranê,
Way xezalcanê, delalcanê.
Were minê tirê xezala diyar nefsa canê min evdalê Xwedê tenê ye,
Mi nizanibû heval û hogirê dora minê bi xelet in,
Çima girtin tajî tûlê xwe berdanê,
Xezalcanê wey lê lê.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?