Nîzamettîn Ariç - Kenê Li Ser Bîrê
Gotinên Stranan
Nîzamettîn Ariç - Kenê Li Ser Bîrê
Xweş tê bîra min li ser bîra gundê meJi navîna lêvên xwe kenek sivik te da min
Te heland ev dilê min bi kenê xwe yê şîrîn
Way li min lê xezalê ez çûm û nehatim way lê delalê
Salên dûr û dirêj çûn warên pir ji hev dûr
Evîna me nixamtî lê hê bêtir bûye kûr
Heta navê te be lê min di dil de veşartî
Lê çi bikim delalê tu jî çûyî û nehatî way lê xezalê
Çavên te yên reşbelek hê li ber çavên min in
Eva bîst û sê sal in ez wan çavan ji bîr nakim
Evîna min û te lê weke şereba sor
Salek li dû sala din her ku diçe giran dibe way lê delalê
Şîrove