Piranî - Nizanî
wêneyê hunermendî:ê 24 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Piranî - Nizanî

Bilê mi go îro mi yarî kir, lê te yarî kir,
Mi rabû teşîka ava xwe li pî kir,
Ya govenda qîz û xorta minê girt û bi nîvî kir,
Bazê dila li mi qelibî, ramûsanek ji min hêvî kir,
Minê çi qasî ji bav û birê xwe fedî kir,
Nizanî tu dîn e kuramo, ez nemînim.
Bav û birayê minê diçûn cem hakîmê gundê wê me gilî kir,
Hakimê gundê me cahil bû derdê dila dîbû,
Ji bav û birê min û digo hadê siktir qîz û xort bûn cahilî kir,
Nizanî tu dîn e kuramo, ez nemînim.
Xweziya minê par vî çaxî,
Minê pala xwe dabû xesûwê,
Min ê serê xwe danîbû ser çonga baldûzê,
Minê carna destê xwe davêtî sing û berê qîzê,
Nizanî tu dîn e kuramo, ez nemînim.
Mi go îro gundê me yê bişewite,
Gundê fila û bisilmana,
Bira Xwedê topekî lêxe lê ji ezmana,
Çawa cîran bûne dijminê van cîrana,
Mihebetiya xelqê dewam dikir salan û bi mehan,
Mihebetiya min û bazê dila bû pizirka serê zaran û zimana,
Nizanî tu dîn e kuramo, ez nemînim.
Gewra mi mere mere mere lê fîstanê xwe bib here.
Min te dîtibû ji pencerê lê, keçko eyb e ji te re,
Wez te dibînim ji pencerê lê, keçko eyb e ji te re.
De wer de wer de wer wer, serî sor û binî zer,
Wê ji govendê derkev der lê, wez ramîsim çavê zer.
Heylo lawo lawîno lo, bextê reşo derewîno,
Te ji kur memikê min dî lo, tej kur memikê min dî lo.
De wer de wer de wer wer, serî sor û binî zer,
Wê ji govendê derkev der, lê wez ramûsim çavê zer.
Wele bîle mi diye lê, ser sor in kok spî ye,
Hinarê Rihayê ye ma, du sêvê Helebî ye.
De wer de wer de wer wer, serî sor û binî zer,
Wê ji govendê derkev der, lê wez ramîsim çavê zer.
Qeymaxê gamêşê ye lê, mîna gula bi bîn in,
Heger ez carek bixwim lo, kuro çiqa şîrîn in.
De wer de wer de wer wer, serî sor û binî zer,
Wê ji govendê derkev der, lê wez ramûsim çavê zer.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?

Gotinên din ên Stranbêjê/î
wêneyê hunermend
Kejê
31 0