Rotînda - Axîn
wêneyê hunermendî:ê 165 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Rotînda - Axîn

Çiya jî bilindin
lê mirov hildikşin
rastiya xwe bê, xwe nexapîne
tiştên tu dibê
ji kerba dilane
xwe bixapînî jî lê em naxapin

lo lo wer neke
lê lê wer neke
axîna gelê me we dişewitîne
mam mam mat mame
şaş şaş şaş mame
we kir, we pêkanî, gunehê gel çi ye?
ger va doz tek biçe, çi dikeve destê we?
lê lê wer neçe, lo lo wer nekin
axîna gelê me we hildiweşîne

Bîst salan, sîh salan
te di navda kar kir
ger westiyayî
rûnê licîhe xwe
hebin , tunebin
wa gel dimeşe
hinek bi ar bin, dijmintî nekin.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?