Ruşen Alkar - Rabe Lawo
wêneyê hunermendî:ê 63 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Ruşen Alkar - Rabe Lawo

Rabe lawo, em herin welatê xwe.
Cî meskenê cem bav û kalanê xwe.
Mirin xweş e tev dost û pismamê xwe.
Rabe lawo, em herin welatê xwe.

Welatê bav û kalan zaf şêrîn e.
Lê çi bikim ku destê min û te nîn e.
Ev dilê me tijî kul û birîn e.
Rabe lawo, em herin welatê xwe.

Rabe lawo xwe hazir bike li çûndinê.
Ji wetan şerîntir tune li vê dinê.
Bav û kalên me çûn hafa mirinê.
Rabe lawo em herin welatê xwe.

Rabe lawo, em herin welatê xwe.

Gotin û Muzîk: Aram Dîkran
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?