Seîd Yûsiv - Bexçekî Çêkim
Gotinên Stranan
Seîd Yûsiv - Bexçekî Çêkim
Ez ê bexçêkî çêkimTev de nêrgiz û şilêr
Û ji te re ava bikim
Xanîkî dûrî bajêr
Bi carek cam û mermer
Li ber derge cotekşêr
Di nav peryê ni'ama de
Tu raze li ser textê zêr
De em bibin wek mem û zîn
Di evînê de du stêr
Rû wek heyva li çardeha
Bidê der bi xêr û bêr
Her dem tu li ber çava bê
Xwe dibînim dînemêr
Tu jî wek ciwanîkê
Di nava dil de biçêr
Gotin û Muzîk: Seîd Yûsiv
Şîrove
Youssef Ali
22-07-2023 08:01:19
Z gelekî kêfxweš dibim bi stranê mamoste Seîd yûsif ù ez spasyawedikim