Serhado - Lo Dilo
wêneyê hunermendî:ê 180 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Serhado - Lo Dilo

Em ketin dest neyaran, lo dilo, lo dilo
Em man li bin dîwaran, lo dilo lo lo
Em xistin nav zindanan, lo dilo lo dilo
Gelek kuştin êvaran, lo dilo, lo dilo
Ke me firot neyaran, lo dilo lo lo

Baran ser me dibarî di demekî tarî
Roj hat pey ewr e, me di ronahî
Gel rabûye ji bo têkoşîna rizgarî
Agir dan can, nikarin vemirinin arî
Gel nesekinî, em he ji li berxwedanê
Xwe bi hevra grêdane bi hedefa jîyanê
Em şîyarbûna bi şîyarbûna serhildanê
Hildin serên xwe, hildin ala Kurdistanê
Ji mij û dûmanê roja welat diyar bu
Ji koşa zindanê derîye aştî vebû
çar parçe hebûn, em parçe parçe bûn
Lê em ê bibin yek bi şoreşa serxwebûn
îro dema demîke nû, duh ji bû dîrok
Ronîya pêşeroj, bi wî awî qedî cîrok
Bila bi dil, bi can, azad bifire kevok
Bi can, bi xwîn, em tere ne ey serok

(Nakarat)

Ez ketim destê neyaran, bindestîya leşkeran
Min berdin ji destên wan yen bi xwîna însanan
Kê şerefa xwe firot, kê ez firotim ji waran
Ez xistim zindanê nav çar dîwaran
êriş he dewam dike heta me heqê xwe sitand
Naqedê heta ko me zulma dijmin şikand
Naqede, hevîdariya me we nemirand
We em şewitandin me ji heyfa xwe hiland
U çek dan ser milan ji bo parastina gel
Destê we da ye ko hun biguherin rupel
Wan hestirên dayikan em bi xwe naxwazin bibînin
Ne ye wan, ne ye me bira bibînin mirin
Kurdistan em bin destê we da nahelin
Lê bawerîya me ye em bi hev ra weka bira bimînin
Em ê tola xwe hilînin heta ew roj hat
Yan mirin yan azadîya welat

(Nakarat)
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?