Şivan Perwer - Were Dotmam
wêneyê hunermendî:ê 359 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Şivan Perwer - Were Dotmam

Were dotmam were dotmam were dotmamê
Tu kulîlka nava şax û zozan
Wele dotmam heçî kesê derdê evînîkê nedîtiye
Ax de bila li min û dotmama min nekin gazind û loman…
Ay de domamê… ax zerî kubarê dil evîndarê

Wele dotmam ava şetê me şerbet e…
Pêla navîn li ser hev kete
Lê dotmam dibê evînîka xelk û alemê adet bû
Ax ya min û dotmama min li Cizîra Bota bûye çi qebhete
Ax de domamê… ax zerî kubarê dil evîndarê

Wele dotmam ava şetê me hêşîn e, pêla navîn ser û bin e
Wele ezê herim dotmama xwe ji mamê xwe bixwazim
Wela heke mamê min dotmama min nede min
Wele ezê çepilê dotmama xwe bigirim birevînim
Biqelibînim ser çemê Xalidikê…
Ax de domamê… ax zerî kubarê dil evîndarê…

Wele domam wele domam, navê dotmama min Gulçîn e
Tava heyvê daketiye Cizîra Botan ser û bin e
Ezê herim dotmama xwe ji mamê xwe bixwazim
Lê lê heke dotmama min nede min
Ezê bêjim mamo tu xwînîyê serê min î
Ax de dotmamê dotmamê
Wey de dotmamê, ax zerî kubarê, wez bi xûlamê

Gotin û Muzîk: Meryem Xan
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?