Strango - Dilê Hişyar
wêneyê hunermendî:ê 228 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Strango - Dilê Hişyar

Dilo carek xwe hişyar ke
Hilo da çin bi seyranê
Bi carek bes xwe bê par ke
Were seyra gulîstanê

Gulîstana ku sorgul tê
Semen nisrîn û sunbul tê
Hezar bilbil bi xulxul tê
Di hîva meha nîsanê

Di dîwana ku qerqef tê
Di nêv bezma ney û def tê
Melayîk sed hezar sef tê
Ez im ê hate meydanê

Ez im serxweş ji wê camê
Ez im sewda di nêv ‘amê
Ez im Enqa ketim damê
Bi zulfan ser xalan danê

Bi zulfan hate ser xalan
Binefş û werd û alalan
Dil û canê me evdalan
Dibin her dem bi talanê

Bi talan ku dused ser çûn
Hezaran genc û gewher çûn
Dilê'm sed pare ker ker çûn
Tu Xanî bes ke efxanê

Helbest: Ehmedê Xanî
Muzîk: Strango
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?