Strango - Xem û Xeyal û Dêrsim û Akrê
Gotinên Stranan
Strango - Xem û Xeyal û Dêrsim û Akrê
Xem û xeyalê te ez revandim çol û bêlana te ez gerandimji ber te sotim tez şewandim bayê evîna te ez hejandim
dildarê royê di sîngê te me bi çeleng û çakî mêvanê te me
ji ber fermana te heleste me sûnd bi serê te, te ez helandim
Dêrsim û Akre ji taca tebî
Sîpan û Cûdî du birhên te bî
Ormî, derya Wan du çavên te bî
Rondikê çavên te ez pêlandim
Şingal û Bêxêr du biskên te bî
Sindî û Gulî kepiyên tebî
Geliyê Elî jî devê tebî
Du awirên çavên te’z weşandim
Dîcle û Fûrat du kezyên tebî
Kerkûk û Hewlêr du sîngê tebî
Sersing û Şeqlaw du lêvên tebî
Şêrîn zimanê te’z bezandim
Gotin: Omerê le'lê
Muzîk: Mihemed Şêxo
Şîrove