Temo Nasir Bedirxan - Loriya Şehîdan
wêneyê hunermendî:ê 103 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Temo Nasir Bedirxan - Loriya Şehîdan

Jin û mêrên ku ji bona serbestîyê ji bona azadiya welatê xwe mirine
Hêja ne ku mirov tev bên û di pêşiya gora wan de bisekine
Di nav navê spehîtir de yên çelengtir de navê wan e
Kubarî û her mezinahî di pêşiya wan de bi rewş û zînetî
Her çend ji wan di axa reş de xwe dirêj kirine
Mîna dayikek delal milet ji wa re dilorîne
Mîna dayikek delal milet ji wa ra dilorîna

Şan û mezinahî bi te dikevê welatê delal wa bedîn
Şan û şeref bi wan dikevê yê ku qurbana te bûna di nav ax û xwînê da
Gelî şehîdno, gelî şehîdno şehîdê welat
Mêr û mêrxas hûn in
Serê çiya û zozanan li wan dinerin
Siha tirba wan li wan xweş tê
Ji ber ku singa milet, ji ber ku singa milet ew tirb biborin
Mîna tacek zêrîn roj lê dida
Mîna dayikek delal milet jê re dilorîne
Mîna dayikek delal milet jê ra dilorîna

Mêrxasê ku canê xwe dane welat ji bîr nabin
Ew in rêberên bi nav û deng hêja ne ku milet gî bên û li pêşa gora wan de bisekina
Navê wan her sax, navên delal
Her dibêt mezintirîn û qedirgiran
Mezinahî bi wan dikeve, bi wan dikeve şeref û şan
Mîna dayikek delal milet ji wa re dilorîne
Mîna dayikek delal milet ji wa ra dilorîna
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?