Xelîl Xemgîn - De Were Lê
wêneyê hunermendî:ê 4446 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Xelîl Xemgîn - De Were Lê

Rewşenbîrê Kurd ê nemir, Nurî Dersimî wiha dibêje :

"Min jî li ser vê rêya dijwar
Gelek kire qîr û hawar
Da jibo we jî rojeki
Dinya bibe gulbihar"

Ax de were lê... ay der dê
Xemê, derdê, mereqê elemê, birîna kûre ji destpêka
emrê min de te xistiya nava dilê mine lê...
Jana girane, heba leglegê, ji destpêka emrê min de, te
xistiye nava perdên dilê mine lê....
Konê pêçayî daye ser milê mine, berê min da ye rê ya
bê dawî ye, çerxa felekê min digerîne, nema tine dawî
ya emrê mine lê...
Ho de bêje, lê de bêje, wê çawa here ji bîra min e lê....
Wê çawa here ji bîra min, lekên xwînê li rû yê zinaran
de, di şikeft û berqefan de hêjî hene hestî yên bav û
kale min e lê....
Jana girane, birîna kûre, tekirî mafê jîna mine, li her
şevê mêhvanê xewna mnie lê...
Birîna xedare, şûna derba atoma qurşînê lê....
Xwîna diherkîne mîna pêlên feratê gergîn bû ye, mîna
çemê mînzurê, belkên berfê heliyane ji serê çiyayê
dêrsimê de,
Destê xwe didim ser vê birînê, nikarim bigrim vê lehiya
xwînê
Tirsa min ji wê tirsê bimirim, nebînim xulexula ava
çemê mînzurê
Diherkînê, dixemlîne erdê kurdistanê, bi evînê lê....
Tirsa mine nebînim, eba min bi dest min de ye, digerim
li şikeft û berqefan, dicivînim li hev hestiyê bav û kalen
xwe, da bixînim mezelên şehîd bûnê, ji tere rakim eşq û
evînê lê... xemê, derê kulê lê lê....

Gotin û Muzîk: Xeîll Xemgîn
Şîrove
logo
Cafer 30-03-2024 01:55:13
Gel spas hevalin heja serkevtin ji bo ve

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?