Xêro Abbas - Bêrîvanê
wêneyê hunermendî:ê 525 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Xêro Abbas - Bêrîvanê

Taca serê Bêrîvana min zêrîn e
Biskê bêrîvana min çil û çar kezîne.
Qirka bêrîvana min tev zêrê Mamûdî ne.
Sîng û ber û bedena bêrîvana min tev Lîrê Reşadî ne
Bêrîvanê, mal wêranê.
Wey kobarê.
Xizalê
Hemû taca serê bêrîvana min zêrîn e, lo.

Zozanê mala bêrîvanê sî û sê ne.
Di serê çiyane, di bin re mêrg û kanî ne.
Bêrîvanê gotî: Şivano, ez ê di bextê te de,
tu di bextê xwedê de, devê xwe ji gerdena min derîne.
Şivano gotî: Bêrîvanê, ez ê di bextê te de,
tu di bextê xwedê de, tu rabê ramûsankê bi ser can û cesedê min de berdê.
Bêrîvanê, mal wêranê.
Wey kobarê.
Xizalê
Hemû taca serê bêrîvana min zêrîn e, lo.

Bêrîvanê gotî: Şivano, bese êvar e wext dereng e.
Bav û dêka min li hêviya min in
Bese êvar e wext dereng e

Şivano gotî: Bêrîvanê,
heger bavê te got, diya te got, Berîvanê çima tu dereng mayi?!
Tê (tu wê) bêjê: yabo, yadê
Bi rê ve meşka min qetiya, şîrê min rijiya.
Bêrîvanê, mal wêranê.
Wey kobarê.
Xizalê
Hemû taca serê bêrîvana min zêrîn e, xwedêyo.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?