Xêro Abbas - Keça Delal
wêneyê hunermendî:ê 209 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Xêro Abbas - Keça Delal

Keça Delal gelek rind î
Çavên te reş in way
Bi awiran min dikujî
Kil jê diweş in way

Xweşikê rindikê sebra dila way way
Ezê te ramûsim bêjim dila way way

Ez gelek ji dûr hatime
Ku te bibînim way
Dilê’m tijî tîr tê de ye
Tîrê derîne way

Xweşikê rindikê sebra dila way way
Ezê te ramûsim bêjim dila way way

Çava kilke were ba min
Ez dilbirîn im way
Bi şev bi roj keça delal
Ser te dixwînim way

Xweşikê rindikê sebra dila way way
Ezê te ramûsim, bêjim dila way way
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?