Yaser Edessa - Ji Dil Kûr Dinalim
Gotinên Stranan
Yaser Edessa - Ji Dil Kûr Dinalim
Ew birî û bijangên te yên çavbelekEw porê te yê wek herîr û şeva reş
Ew lêvên te yên şîrhingiv û tahma xweş
Çiya mij û dûman
Kulîlk bêxwedî man
Ger ez te nebînim
Ji dil kûr dinalim
Ji dil kûr dinalim yar yar
Bûm pezkovî li çiyayên eşqa te
Bêhna gulan tê ji rêç û şopa te
Min veşire di bihûşta dilê xwe de
Çiya mij û dûman
Kûlîlk bêxwedî man
Ger ez te nebînim
Ji dil kûr dinalim
Ji dil kûr dinalim yar yar
Gotin: Yaser Edessa
Muzîk: Gelêrî
Şîrove