Yekbûn - Berîvan
wêneyê hunermendî:ê 101 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Yekbûn - Berîvan

Hate nav pez Bêrîvanê, me bi hev re da jivanê
Lê dema çavê min pê ket, dil li min kir heyecanê
Min gazî kir wa cîwanê, tû bi agirê nava min zanê
Va ji derdan êş li min ket, tev ji destê te gîha min

Bêrîvana nav biharê, her ji bo te min hawarê
Min hinav agir jî pê ket, min ji ber nalîn û zarê

Bêrîvana min delalê, gelek hêja û şepalê
Çavê Seyda ku li wê ket, me dît can mayê bêhal e
Bêrîvanê hatî ji der dê, were bo me tû xeber de
Me dît wek findê tu pê ket, te li dil me kiriye ba lê

Bêrîvana wî pesarî, dil revandî her biharî
Lê dema pişka me lê ket, tê bîra min her êvarî

Helbest: Seydayê Keleş
Muzîk: Armanc
Aranje: Yekbûn

Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?

Gotinên din ên Stranbêjê/î