Yunus Dişkaya - Wey Gidî Çiyano
wêneyê hunermendî:ê 763 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Yunus Dişkaya - Wey Gidî Çiyano

îşev dîsa paşla we bûm, hey gidî çiyano,
Çira usa hun bêwa bûn, wey gidî, çiyano:

Ne bahar bû, ne havîn bû, hey gidî, çiyano,
Hûne ne gewir, ne jî şîn bûn, wey gidî, çiyano.

Usa betsar û bêruh bûn, hey gidî,çiyano,
Qey bê cineta Mîrmeh bûn, wey gidî, çiyano.

Hel û bela dilê min bûn, hey gidî, çiyano,
Qey hûn barê milê min bûn, wey gidî, çiyano.

Ezî hişyar bûm, ne raza bûm, hey gidî, çiyano,
Qijik dor min perwaza bûn, wey gidî, çiyano,

Dikirin çevê min derxin, hey gidî, çiyano,
Sîngê we reş- don li ser xin, wey gidî, çiyano. . .
Lê dîndarê we ne ez bim, hey gidî,çiyano,
Gelo kîbin, wê çi kes bin? wey gidî, çiyano

Helbest: Fêrîkê Ûsiv
Mûzîk: Yunus Dişkaya
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?