Serhado - Ê
wêneyê hunermendî:ê 121 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Serhado - Ê

Tu êdî kal î wa tu mayî paş! Ê?
Tu hê jî dimeşî ser riya şaş! Ê?
Bi herkesî re dikevî nav nîqaş! Ê?
Ez dibêjim dev jê berde herî baş! Ê?

Tu tiştek nizanî..
Hê jî diaxifî
Tu tiştek nadî..
Hê jî dixwazî
Tiştekî nakî..
Dixwazî bibî tiştekî
Tu herkesî dibînî
Lê tu xwe nabînî
Dikevî nav her gû yî
Çirr çirra mêş
Difikir, ez mirime
Ji ber xwe nadim pêş
Tim berçava
Xwe vedişêrim ji wênekêş
Ez jî mirov im bi dilê kul û êş
Bi qencî xirabî
Herkes tê ser te diaxife

Xweşik e! Ne xweşik e!
Çi qelewe! çi zeyîfe!

Ji te re çi ye?
Qey tê werî min bixwazî?
Benîştê devê xelkê
Kê halê min pirsiye?
Çawa me, Rewşa mi çi ye?
Xema kî ye?

Em wêneyek bigrin
De bibînin min te dî ye!

Ji te re sekinî me..
Ez heykel im û xilas
Merheba ji te re jî
Ez başim spas

Tu êdî kal î wa tu mayî paş! Ê?
Tu hê jî dimeşî ser riya şaş! Ê?
Bi herkesî re dikevî nav nîqaş! Ê?
Ez dibêjim dev jê berde herî baş! Ê?

Herî baş bo min?
An herî baş bo te?
Pêşî bibe heval
Îda bide bistêne
Tu yekî baş nas nekê
Heneka neke
Bi tiştên beredayî
Dema min xerc neke
Qey serê min li ser masa te ye?
Ma nan û mast e?
Tu ne dimsî na
Xwe nexe nav de
Te xwendiye bihîstiye
Ji te we ye ku rast e?
Kî şagirt e?
Herkes bû ye mamoste
Rexne be serçava
Lê li qisûra negere
Şîreta ku pêş nexê
Nebêje çêtire

Ka vê bike! Ka wê bike!
Ka stranek bêje lo!
Tu wekidî ne lazim î
Tu bistrê Serhado!

Haho..
Wele jiyan ji te re xweş e
Ji xwe re rûniştiye
Ji min re dibêje bimeşe
Ez bêjim ev spî ye
Tê bêjî reş e
Dinya mezin e
Tu dendikê zebeşa

Tu êdî kal î wa tu mayî paş! Ê?
Tu hê jî dimeşî ser riya şaş! Ê?
Bi herkesî re dikevî nav nîqaş! Ê?
Ez dibêjim dev jê berde herî baş! Ê?

Ez tovek diçînim
Kes nabê qewet be
Lê herkes tê
Wexta fekî dide
Dara min dibîne
Tê kevirê xwe tavêje
Fêm nake çi dibêjim
Vê min bîne rê!?
Ser riya min bijartî
Pêşiya min disekine
Ez dimeşim bi bawerî
Kê biseknê vê bikevê
Nikarim bi zorê
Xwe bidim hez kirin
Ezê rastiya xwe bêjim
Bila ji min nefret kin
Ba misilmana kafirim
Ba êzîdiya misilman
Kê bi kîjan çavî girtiye pîvan?
Rastiya te rastiya min
Nake yek encam
Ez ez im..
Min nexê nav nexşeke temam!
Civakekî azad ji şexsekî ferztir e
Huner..
Ji hunermendan mezintir e
Herkes karê xwe dike
Tu jî li yê xwe binêre
Dora me tije dijmin e
we çi ji min e?

Yê go karê xwe dike bê ê, Ê!
Yê pêşî li xwe dinêre bê ê, Ê!
Yê ji birayê xwe re dixwaze bê ê, Ê!
Yê jê nehesidê bê ê, Ê!
Yê ser rêka xwe be bê ê, Ê!
Yê tepsika xwe dinêrê bê ê, Ê!
Yê hê ser piya be bê ê, Ê!
Yê spasdarê bê ê, Ê!
Yê ku hez ji xwe dike bê ê, Ê!
Yê ber xwe dide bê ê, Ê!
Yê nekevê pey peyva bê ê, Ê!
Yê bê hesab nêz bibe bê ê, Ê!
Yê hevalê baş be bê ê, Ê!
Yê ji fesadiya aciz be bê ê, Ê!
Yê li bûyera nagere bê ê, Ê!
Kê çi bêje bê ê, Ê!

Gotin: Serhad Helexî
Muzîk: K.O.B.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?