Serhat Çarnewa - Kawkubar
wêneyê hunermendî:ê 71 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Serhat Çarnewa - Kawkubar

Bejin ziravê tu nazê, lê
Gerden dirêj wek qazê
Kember zêrê merezê, lê
Were şênya me razê

Lêv şîrînê şerbetê lê
Gul sosina kûderê tê
Ramûsanê bide min lê
Tu min neke minnetê

Kaw kubarê nermanê
Birîna dil dermanê
Kanê sozê te kanê
Warê malam mêvanê

Ez bedbextê bêmiraz lê
Evîna te bûm îtmaz
Tu kevotka kaw û nazê lê
Bese neke delk û baz

Bedewa çav kesperê
Tenika pişt kemberê
Sibê heta êvarê
Hîvya te me zu werê

Gotin: Işxanê Aslan
Muzîk: Serhat Karakaş

Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?