Serhat Çarnewa - Roboskî
wêneyê hunermendî:ê 72 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Serhat Çarnewa - Roboskî

Lê lê cîran ax cîran
Bibez cîran bigire wan destan
Şewitîm cîran ji vê jana giran
Dil perçe bûn ber çavê çiya
Binya ezmanan qêriya xweza

Qêrîna zarokan hawara daykan û bavan
Agir ket van dilan sekinî xwîn herikiya

Seva nanê vê êvarê
Herimandin li me hemû jînê
Bi dirûtî bi paşverûtî
Barandin bombe li ser van zarokan

Lê lê cîran ax cîran
34 tav heryek wek çira
Li ber çavên cîhan demirandin cîran
Çavê girî ezmanê tarî xençerek cîran
Ma li ser vî dilî

Qêrina zarokan hawara daykan û bavan
Agir ket van dilan sekinî xwîn herikiya
Seva nanê vê êvare
Herimandin li me hemû jînê
Lê lê cîran ax cîran…

Gotin:Tara Mamedova
Muzîk: Serhat Karakaş

Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?